Hozan Aydin - Bira Mirin Hebûya Kalbûn Tunebûya
wêneyê hunermendî:ê 388 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Aydin - Bira Mirin Hebûya Kalbûn Tunebûya

Bira... Bira li dunyayê mirin hebûya, kalbûn tunebûya li
min, li min, li min... ax û felek.
Keçikê belkî mala bavê te mîrat be, agir li mala bavê te
rabe…
Rabe ji doh esrê pê de te ewqas bi çavê xayîn li min
mêzekir,
Min zanîbû tiştekî dilê te de heye...
Minê serê xwe li ser çoka te danî...
Tu ji Xwedê natirsî derd û kulan ez kalkirim...
Te takî spî li rûyê min dîtiye, tu ji min re dibêjî heyran tu
kalî... Welle ez ne kal im... bîleh ez ne kal im
Ez koçerim, xirab mal im bê pergal im,
Heyran wez rêwî me bê heval im, ka ji kul û derdên
tene ez pê dinalim dilo dilo dilo...
Ez dimirim lê lê yadê...Welle dawîya me mirine ez
ditirsim bimirim,
Kula çavên reş û belek bi min re here gor û qebristanê.
Bira... Bira ez îro bala xwe didimê;
Rabe, gelo dibêjin qirika kewa min a gozel...
Zirave, dirêje, mîna qirika qaz û betê li min, li min, li
min...ax û felek.
Qirika kewa mina gozel zirave dirêje mîna qirika qaz û
betê...
Tûka ji devê vê qîza malmîratê dibare mîna hubra li ser
kaxetê.
Ezê dibêm li ber rûnêm ji êvarê heyanî sibê ji xwera
bixwînim vê xal û xetê.
lê lê...lê dîlber mala te mîratê…
Hela sêr bike ez mame li welatê xerîb çima tu ji min
xeyîdî...
Heyran bi xwedê sebr û tebata dilê min bi te tê li min, li
min, li min…
Ez dimirim lêlê yadê… Welle dawîya me mirine ez
ditirsim bimirin,
Kula çavên reş û belek bi min re here gor û qebristanê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?