Hozan Aydin - De Bêje
wêneyê hunermendî:ê 224 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Aydin - De Bêje

Ay de bê...lê dayê...
Rebenê, porkurê, gulîbirê nemayê de bê... ax de bêje
de bêje...
Buhare li welatê dûrî xerîb dîsa xeberekî reş ji min re
hatiye,
Agir û pête xistiye nava cerg û dilane lê ax lê dayê...
Sal nodûçar sîhê gulanê,heyjde rêhevalên
xweşmêr,şoreşgerên Kurdistanê,
Li deşta şewitîya Ezirganê, li çemê Sansarê ax de tu
xerabî mal wêranê.
Leşkerê dijminên xwînxwarin weke gurê harin çember
girtine li dora hevalane
Yek jê di navda piçûkê çar xwîçk û du birane
Hevalê Rêzan,çavbelekê min xortê cîwan mabû di nav
lepên xwînxwaran
Canê cîwan dabûn ber gulan û bombane.
Ax de bêje dayê... rebenê, porkurê, gulîbirê nemayê
Ez çawa ji bîr bikim van kul û keserên giran
Heyanî saxbim li dewrana vê dunyayê lê dayê.

Ay de bê... lê dayê...
Rebenê,porkurê,gulîbirê nemayê de bê... ax de bêje, de
bêje.
Dema sal nod û du meha Adar ê, ez dihatim xerîbîyê
min xatirê xwe dixwest,
Ji der û cîranan ji gundîyane ax lê dayê,
Min ji hevalê Rêzan çav û biryên reş û belek nestandîbû
tu ramûsane
Lê min çizanîbû ez nabînim ji vir û wa da xortê cîwan bi
ronîkê çavane lê dayê.
Ez çibikim îro jî xebera reş limin bûye mêvane, Wek xinçerekî tûj e tal e li serê sînga min dane, agirekî
nava dilê min dadane,
Dunya min reşbûye, jiyan li min bûye wêrane lê dayê.
Ax de bêje dayê...
Rebenê,porkurê,gulîbirê nemayê
Ez çawa ji bîr bikim van kul û keserên giran
Heyanî saxbim li dewrana vê dunyayê lê dayê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?