Hozan Aydin - Welatê Min
wêneyê hunermendî:ê 133 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Aydin - Welatê Min

Welatê min welatê min
Xortê hêja pilingê çîyan
Mêrxasê min
Tu nemiri lê tu her heyî
Di dîrokêda bi tîpên zêrîn
Şerwanê min

Qada serda tu wek Egitbû
Bû tirs ketî zikê dujmin
Wek birûskbû
Erez li Bîngolê,Husê li Tekmanê
Tekin li Xinûsê tev wek sêrbûn
Bi te re bûn.

Welatê min welatê min
Xortê hêja pilingê çîyan
Mêrxasê min
Tu nemiri lê tu her heyî
Di dîrokêda bi tîpên zêrîn
Şerwanê min

Li ser çiya û banîyên Kurdistan
Wek çelengbûn keleş û mawzer
Li destan
Tekoşînek dan bêwestan
Ne disekinîn ne havîn nejî
Zivistan

Welatê min welatê min
Xortê hêja pilingê çîyan
Mêrxasê min
Tu nemiri lê tu her heyî
Di dîrokêda bi tîpên zêrîn
Şerwanê min
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?