Hozan Aydin - Xwezî
wêneyê hunermendî:ê 139 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Aydin - Xwezî

Xerîbiyê 'emrê min xwar
Sal ji min çûn mame neçar
Birî tev bûne dîn û har
Qurçimî dil bi hestên jar

Xwezî dibêm xwezî yarê
Bêhna te bihata min carê
Dema roj diçe êvarê
Bi şevê re daketa xwarê.

Xeyalên te wer dibêje
Dûr dinêrim dest nagihêje
Kel ji hundir xwe diavêje
Ristê hesretan dirêje,
Ristê evînan dirêje.

Xwezî dibêm xwezî yarê
Bêhna te bihata min carê
Dema roj diçe êvarê
Bi şevê re daketa xwarê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?