Hozan Aytaç - Cana Delal
wêneyê hunermendî:ê 86 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Aytaç - Cana Delal

Lê hesretê cana delal
Ez bûm aşiqê çav û biriyan
Tu rih stînê rihê min î
Zû bistîne, ez mirî me
Çok vedaye ser singê min
Destê xwe daye ser dilê min
Ez şewitîm, ez heliyam
Zû bistîne cana delal

Yarebî çi derdek zor e
Birîna’m hîna hûr e
Bi dû birîna xwe ketime
Yarê ji te dûr ketime
Ne bawer e ji dilê min
Qebra tarî bû warê min.
Jahr û zukûm bû para min
Te ez kuştim lê yara min

De zû were lê yara min
Talan kir çû wê ’emrê min
Dilê rastî çi qas xweş e
Li dinyayê rûyê te reş e
Gustil zor kirin tiliya min
Kûr kûr kolan mezelê min
Zû bistîne cana delal
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?