Hozan Beşîr - Mirinê
wêneyê hunermendî:ê 86 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Beşîr - Mirinê

Mirinê...
Mirinê çima ewqasî tal e
Tu napirse ne li emre ne li sal e
Berxê mine xorte nebûye kal e
Mirinê...

Mirinê..
Tu napirsi ne li mîr û malxwê mala ye
Tu bizotek sore li ser dila ye
Hatina te tim bê wexte qet ne xûya ye
Mirinê...

Mirinê...
Mirada miradxwaza dike bi axa sar e
Nîvçe dihêle hêvî û kar e
Destê dildaran diqetîne ji destê yar e
Mirinê..

Mirinê...
Tu mirada barkirya bike bi baxê îrema
Li nav gul û sosin lê kêleka çema
Derin e jı dılé wan her éş û xema
Mirinê...

Gotin û Muzîk: Mahmût Mûsikî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?