Hozan Beşîr - Were Sînê
wêneyê hunermendî:ê 110 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Beşîr - Were Sînê

Were Sînê lê, Ez heyrana çavê te me
Wey lê Sînê
Were Sînê lê, Ez birîndarê bejna te me
Heyra minê

Tu kubar î lê, Mîna kevoka çîl û qelqaş
Rûbarê hewê...
Tu bedewî lê, Mîna kulîlka nava çimanê eşîretê
Dihebînim mîna ziyaretê navê Sînê
Sînemê, bedewa nav eşîrê

Birîndar im ez mîna teyrê nav ezmanê Kurdistanê
Were Sînê lê, birîndarê xwe bibîne heyra minê
Tu bizanbe ez tu car j'bîrnakim navê Sînê, Rûbarê dinê
Birîndar im ez, were Sînê , de were Sînê...
Dihebînim mîna ziyaretê navê Sînê
Sînemê, bedewa nav eşîrê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?