Hozan Canê - Wezîrê Min
wêneyê hunermendî:ê 361 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Canê - Wezîrê Min

Ez digerim bi şev bi roj
Yar tê bîra min
Buye êş buye elem
Kitiye canê min
Dil buye hêjar û xemgîn
Ketî bîra min
Ax wezîrê min

Dil buye hêjar û xemgîn
Ketiî bîra min
Ax wezîrê min

Of, Ax wezîrê min
Of, Ax evîna min [x2]

Xerîbî zor, girane îro, ranabe
Aşq û evîn, a welatêm, tenê be
Şev û roj ez, ez dinalim
Ey wezîrê min, ey evîna min

Şev û roj ez, ez dinalim
Ey wezîrê min, ey evîna min

(Dîsgotin)

Ax wezîr, serê min bi gorî
Emir bi qurban

De lo lo lawiko
Wez nizanim tu çi mezhebî qurban
De lo lo lawiko, eger tu yezîdî
Ezê herim çiyayê Şingalê
Xwe bavêjim dergahê Laleşê nûranî, şêx şemse

De lo lo lawiko, eger tu Elewî yi qurban
Ezê herim çiyayê Dersimê
Xwe bavêjim dizgubava bi hawara Seîd Rîza

De lo lo lawiko, eger tu Sûnî yi qurban
Ezê herim çiyayê Agirî
Xwe bavêjim dergahê Ahmedê Xanê

Ezê herim çiyayê Amedê, Qerejdaxê
Ezê herim xwe bavêjim şêxan û meşaiyxan

Ezê herim ziyareta Şêx Seîd
Efendîyê kabira, miradê, mirad xwaza bibe miradê min û
awikê Amedê îro pê da

De lo lo lawiko, eger mirazê me bimre di nîvê rê da, ji
ava fesadê nav me da

Wezê ricakê bikim ji xaliqê rebê alemê da
Bela axa sar bîne herdu çava da

De bela mirazê xayina bibîne li vê dinya reşa şermezeda
De bela mirazê min û lawikê min di axa sar da bi hevdu ra
aliqê rebê alemê da

De wezê wesyetkê bikim li can û cesedê lawikê Amedê îro
êda

Bela merqeda min dayne di binê sûrê da
Destekî gul dayne ber serî, bibe serdana keç û qîzê
Kurdistanê îro pêda

Amed şêrîne
Kurdistan rengîne
Warê evînê ji keç û buka re datîne

Ax wezîrê min
Ax evîna min
Ax serokê min
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î