Hozan Dîno - Gula Dilê Min
wêneyê hunermendî:ê 519 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Dîno - Gula Dilê Min

Gula dilê min qetandin,
Bê av hiştin çilmisandin
Bo evîna min şîn nebe,
Çemê dilêm miçikandin

Nabe dilêm weha nabe,
Bila gul bilbilê şa be,
Ware gula min av bide,
Bila evîn bê war nebe.

Gula min bi xwînê şuştin,
Ser axa wê bê war hiştin,
Perçe kirin hev qetandin,
Bilbila wê sêwî hiştin

Gulam kesk û sor û zer e
Evîna min bê xeber e
Bo te heliyam bûm penaber
Dil bi axîn û keser e
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?