Hozan Dîno - Şev
wêneyê hunermendî:ê 408 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Dîno - Şev

Şev j'tariya xwe tirsiya
Gul b'kelemên xwe tirsiyan
Ez b'evîna te tirsiyam yar
Şev mane bi serên xwe
Gul bi tenê serê xwe
Ez mame b'hesreta te yar


Paramin jana jînê
Jiyanam' ket kemînê
Dîl bûm b'destê evînê yar
Ez agir tu dûxan î
Ez kevan tu jî tîr î
Biçî jî tuyê vegerî yar


Xwîn li dil de keliya
Evîn dil de heliya
Çav mane li pey siya yar
Vegere min nehêle
Dibînî dil bê hale
Wek xençera li ser dilê yar
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?