Hozan Hogir - Lê Lê Dayê
wêneyê hunermendî:ê 236 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Hogir - Lê Lê Dayê

Lê lê dayê lê lê dayê
Nav şêrînê bê hempayê
Neh mehan te ez hilgirtim
Paşê anî vê dinyayê

Hatina te gelek şabûm
Bilîlikê çavê min lê dayê
Hembêz kirim ez mêjandim
Da min evîna dila yê
Xistim dergûşê hejandim
Ji xew rabûm pir şeva yê

Lê lê dayê lê lê dayê
Nav şêrînê bê hempayê
Neh mehan te ez hilgirtim
Paşê anî vê dinyayê

Bi lorîkan xewradibim
Nav deştan û nav reza yê
Sirt û çiya nişanê min da
Welatê bav û kala yê
Qeyd û sitran min re digot
Hîn kirim çanda kurda yê
Qeyd û sitran min re digot
Şiyarkir min bo kurda yê

Lê lê dayê lê lê dayê
Nav şêrînê bê hempayê
Neh mehan te ez hilgirtim
Paşê anî vê dinyayê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?