Hozan Kawa - Hatin
wêneyê hunermendî:ê 45 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Kawa - Hatin

Hatin hatin şervanê me, wa hatin
Ciwanên roja azad, ew in şêrên welat in
Bihêz in wek pêlê Dîcle û Firat
Diherikin wa hatin, cangoriyên welat in

Hatin hatin wa hatin hevalê me wa hatin
YPJ û YPG ne, rûmeta gelê me ne
YPJ û YPG ne, roniya çavê me ne

Hatin hatin wek eyl û teyrê baz in
Leheng in xweşçeleng in, bi dozê re dilsoz in
Ji pola hatin av dan tev bihêz in
Ji wan ên agir û rojê, ew xaka me diparêzin

Hatin hatin wa hatin... (Dîsgotin)

Hatin ronî didin roja reş-tarî
Siwarên azadiyê, ji gelan re bûn hêvî
Xweş û geş kirin agirê şoreşê
Hatin heval wa hatin, ser ser û çavan hatin

Hatin hatin wa hatin... (Dîsgotin)

Gotin û Muzîk: Hozan Kawa
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?