Hozan Kawa - Can Kurdistan
wêneyê hunermendî:ê 243 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Kawa - Can Kurdistan

welatê me reng rengîn e warê evîn e
Pir delal e ew şîrîn e jiyan û jîn e
Gula geş e çiqas xweş e ey welatê me
Can dilpertî bi hasreta te Kurdistana me

Oy can oy can can cane
Oy can oy can can can
Can Kurdistan

Birîndar im ax û zar im ji ber ve ta ye
Ger tu azad nebî welat sebra me naye
Roj ji nêzik ve tu rizgar bî li vê dunyayê
Hêviyekî mezin tu yî qet ji bîr nabî

Tu yî tebata gelê me yî ax welatê me
Hebûn-tunebûna me yî nav şîrîna me
Em bi hasreta axa te ne ji bo te dinalin
Keser tu yî can bi gorî Kurdistana me

Gotin û Muzîk: Kawa
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?