Hozan Kawa - Evîna Mem
wêneyê hunermendî:ê 208 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Kawa - Evîna Mem

Hîn dibêjî te bibînim
Te jiyan li min kir zindan
Te derîye dil li min da da
Kefen min re bûye heval
Gora tarî ez kirim mêvan

Nebarîne hêsrê çawan
Dilê min bû behra xeman
Te da min şerbeta dilan
Ji evîna Memê Alan

Ez li virim dil bi te re
Ku de diçî dibî bi xwe re
Dikim nakim pê nikarim
Dil û can xwîn e ne kevir e

Nebarîne hêsrê çavan
Dilê min bû behra xeman
Te da min şerbeta dilan
Ji evîna Memê Alan

Kanî delala min wayê
Bûm hêsîrê wan derdayê
Gunehê min çi bû dayê
Te ez hanîm vê dinyayê

Nebarîne hêsrê çawan
Dilê min bû behra xeman
Te da min şerbeta dilan
Ji evîna Memê Alan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?