Hozan Kawa - Ez Bê Te Me
wêneyê hunermendî:ê 201 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Kawa - Ez Bê Te Me

Dema tu çûyî mihiba min bi te re
Ew evîna melûlî can tê de dihêre
Êdî ez ji vira çûm bêbextê tu were
Êdî ez ji gund de çûm bêbextê tu were
Ew soza te da min, min jê ne bawer e

Lê delalê lê, çi kir te kir
Di serê min de bela vekir
Ez bûm koçerên çol û çiya
Lê bêbextê te çi bi min kir
Ez bûm koçerên serê çiya
Lê bêbextê te çima wiha kir

Tu qet ne bê xweyî, ez her tim bê te me
Tu tim li ba xweyî, lê ez dûrê te me
Kêf û sebra xweyî, ez dildarê te me
Kêf û eşqa xweyî, ez dildarê te me
Ew soza te da min, te digo ez yara te me

Çavan te digerînim, lê ez te nabînim
Te agir berda canê min, ez benda mirinê me
Ne şev li min şevin, ne roj li min rojin
Ez û bedewiya te, ceger li min disojin
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?