Hozan Kawa - Newroz
wêneyê hunermendî:ê 404 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Kawa - Newroz

Newroz roj(cejn) e û dîlan e,
Roja cerg û milan e
Erd û ezman dikene,
Newroz bêhna gulan e

Erd û ezman dikene,
Newroz bêhna gulan e

Newrozê, Newrozê
Sed silav ne carek
Hele cejna serhildanê,
Pîroz û bimbarek

Newroz roj e bidin dû,
Pîroz kin vê roja nû
Vexin agirê pîroz,
Newroz ji bo me bû doz

Vexin agirê pîroz,
Newroz ji bo me bû doz

(Dîsgotin)

Agirê Newroz gur kin,
Dîlana xwe mezin kin
Gazî keç û xorta kin,
Newroza xwe pîroz kin

Gazî keç û xorta kin,
Newroza xwe pîroz kin

(Dîsgotin)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?