Hozan Kawa - Sebra Me Nema
wêneyê hunermendî:ê 174 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Kawa - Sebra Me Nema

Dîroka lal were ziman
Çima tu ker û lal mayî
Bi kuştin talan û mirin
Çima kor û bêçav mayî

Êdî sebra me nema
Bi sebra me nelîzin
Êdî bes e zilma we
Ji welatê me vekişin
Ji welatê me bikişin

Li warê evîn û evîndaran
Şikandin hêviyên dilan
Jehr weşandin ser baxên me
Av nedan çiçek û gulan
Jehr rijandin ser axa me
Çilmisandin gul nergîzan

Hûn têr nebin ji zilm û zorê
Wê rojek dema we here
Hûn bûne çavsorê xwînê
Dem û dewran wê vegere
Êdî bes e hovitiya we
Dem û dewran wê vegere

Gotin û Muzîk: Kawa
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?