Hozan Mistê - Meymê
wêneyê hunermendî:ê 79 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Mistê - Meymê

Lê lê Meymê korê kula Xwedê li mala bavê te ketê
Dilêmin sêleke wa di hesinî
Ay de bê Meymê korê agirekî girte xîmê berîyê
Vê sibê pête xwe avête Çîyayê Şengalê serî heya binî siwaro
Pête xwe avête serî heya wa di binî
De bê Meymê korê heyfa min tê ji wê heyfê
Gulekî risasan dakete li ber bejna Nemetê Sêlim
De siwaro Dado kekê Meymê babê Hesen û Şabî gula siwaran kekê Qêsim
Ay nemînim brînên vî axayî kolîn dikim nakim nîvê şevê pêda
Serê vî xweşmêrî li ser tu cîh û balgehan nasekinî

De rabe Nemo wa Nemeto axawo bê rumeto
Xem bayê sibê topa Romê pêketo
Bişarê Cazo Emerê Dadoli ber goşinê dara Roman
Li Çîyayê Şengalê vê sibê li serê girtî bi heybeto nemînim

Ay lê Meymê korê du siwar di tên û di dirbê da
De bê Meymê korê tu durbîna mezin kekê xwera bîne
Ezê bejn û bala van siwara mêzekim
Siwaro pêşîkê birek fîşekê modîlîyan
Lismekê zêr û zîvan li ber bejn û bala zirav tev girêda

Ay lê Meymê korê heyfamin tê ji wê heyfê
Gulekî risasan dakete li ber bejna Nemetê Sêlim
De siwarê Dado kekê Meymê bavê Hesen û Şabî
Gula siwaran kekê Qêsim
Ay de vê êvarê mala bavê min kuştine xweş mêrê heyfêda

(Dîsgotin)

Ay lê Meymê korê du siwar di tên û di dirbêda dilerzînin
De bê Meymê korê tu durbîna mezin ji kekê xwera bîne
Ezê bejn û balan van siwaran mêzekim
Siwarê pêşîkê mehîna wî boze rima wî şilfe cezma wî zere
Taxima wî siwarî kehrebaye xiznîyekê tevda şîne
Qehwecîyo ezê li bextê te ketime tu qehwekê bikelîne
Qehwa ewilê bide Nemetê Sêlim
Siwarê Dado kekê Meymê bavê Hesen û Şabî
Gula siwaran kekê Qêsim
Ay lê destê vî siwarî ji êl û erebanê giran qetîyaye
Da rojekê dilê vî axayî ji me nemîne

(Dîsgotin)

Lê lê Mêymê korê kula Xwedê mala bavê ketê zivingê heya vê zivingê
Bila Xwedê xerab bike mala xweyê şeşxanê
Na wele bavo dîsa xweyê vê tifingê
Gulekê risasan daketye li ber bejna Nemetê Sêlim
Siwarê dado kekê Meymê bavê Hesen û Şabî
Gula siwaran kekê Qêsim vê sibê dinya ber çavên
Vî egîd û xweş mêrî buye tarî vê bêjingê

(Dîsgotin)

Çavkanî: Hecî Mistê
Berhevkar: Mistê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?