Hozan Rojhan - Evîna Min
wêneyê hunermendî:ê 33 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Rojhan - Evîna Min

Derdek canê min peyda bû
Bê derman maye
Dermanê birînê tu yî
Roniya çavê min
Dermanê birîna'm tu yî
Gula mala min

Yar yar yar yar evîna min yar
Yar yar yarê yarê jiyana min yar

Sal min bû şevên tarî
Xewa min nayê
Hêsir dibarin ji çavên min
Tawiyê para min
Bêhna te tê yarê yarê
Balgiyê serê min

Yar yar yar yar evîna min yar
Yar yar yarê yarê jiyana min yar

Yar tu Evîna dilê min î yar
Jiyana min î tu roniya çavê min î
Va çend sal e ez xerîbiyê bê te dinalim yar
Hêsir çavê'm wek xwînê tên xarê
Kesek jana min nizane
Kesek derê min lê naxe yar
De were yar

Gotin û Muzîk : Hozan Rojhan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î