Hozan Serhad - Domamê
wêneyê hunermendî:ê 348 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Serhad - Domamê

Serê min dieşe dilê min pê ra
Kesek tune cewabek bide domam ra
Xwezla yeki mizgîna xerê bianîya
Bigota domamê hat, hekîm pe ra

Domam xwezla buhara me bihata
Belekê berfê li rîya me hilata
Minê destê domama xwe bigirta
Nav welatê bav û kalan bigerîya
Domamê lê domamê, delalê le domamê
şerînê le domamê, sebram domamê

Domam agirê dilê min didu ne
Yek tu yî, yek Kurdistana rengîn e
Ortê dilê me de kî xeberbide
Bila xwedê rih û can lê bistîne

Domam xwezla buhara me bihata
Belekê berfê li rîya me hilata
Minê destê delala xwe bigirta
Nav welatê bav û kalan bigerîya
Domamê lê domamê, şerînê le domamê,
delalê le domamê, sebram domamê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?