Hozan Serhad - Em ê Çêkin
wêneyê hunermendî:ê 199 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hozan Serhad - Em ê Çêkin

Em ê çêkin govend û dîlan û sema
Ji dil derxin evî barî kul û xema
Bi xwîna xwe mê rê vekin ji kêlama

Emê bêjin , Emê çêkin , Emê lêxin
Bo avakin kevine şopê bipelêxin
Dijminê hov ji welatê xwe derêxin

Li ser axa ku tîje xwînê wê bihin bide
Li ser gula ku bi xwînê wê pel bide
Li ser roja ku vê sibê tîrêj dide
(Dîsgotin)

Li hêstirên di çavan de sekînîne
Li ser çavên li benda me qerimîne
Li ser dayîkên ber dîwara rûniştine
(Dîsgotin)

Emê çêkin, govend û dîlan û sema,
ji dil derxin vî barî, kul û xema..
Bi xwîna xwe emê rê vekin ji kilama,
emê bêjin, emê çêkin, emê lêxin..
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?