A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hozan Serhad - Hewlêr
217 Xwendin
1 Ecibandin
Gotinên Stranan

Hozan Serhad - Hewlêr

Hewlêr lorîka dayikan
Hewlêr qêrîna zarokan
Hewlêr kilên çavên bûkan
Hewlêr bi xwîna şehîdan
Te navê xwe kir berxwedan

Hewlêr Hewlêr
Agirê serhildan e keleha berxwedan e
Hêlîna şehîdan e Hewlêr
Hêlîna Egîdan e Hewlêr

Hewlêr ji nû ve dayik bû
Hewlêr bi pêt û agir bû
Agirê dilê xortan
nav l?mirinê kir jiyan Hewlêr
Agirê dilê keçan
nav l?mirinê kir jiyan Hewlêr

Hewlêr namîne wek caran
Wê bibe gora xayinan
Bi xwîna Hêlîn û Salihan
Geş dibin b?çîçek û sorgulan

Hewlêr Hewlêr
Agirê serhildan e keleha berxwedan e
Hêlîna şehîdan e Hewlêr
Hêlîna egîdan e Hewlêr
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?