Hunergeha Welat - Hey Zapê
wêneyê hunermendî:ê 435 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hunergeha Welat - Hey Zapê

Gerîla... Zapê...

Hey Zapê tirko hatiye bi çar pê
Çeqel pêr hatî xapê, hey Zapê
Ew teresê her carê
Hatî heyfa ji Garê, tew Zapê

Zapê ba kir metîna,
Go ev tew tewa kîna
Cewrê gurê devbixwîna,
Kutkê berêz bi xwer tîna

Pêlavê zapê sor e
Ji yuzbaşiyan re gor e
Neviyê Mistoyê kor e
Çeqel xulamê li dor e

Hey Zapê dilê me li ava şîn e
Sînga me tije kîn e, hey Zapê
Bi gorî keçên kovîn e
Can ji wa re diyarî ne, tew Zapê

Zerî ketin çepera
Wet aşût û bagera
Sengerê bê hembera
Wek tabûtê eskera

Mêrbaşê tol û kîna
Xweş danîne kemîna
Gernasê serê çiya
Serhêrê va romiya

Hey Zapê tirko hatiye bi çar pê
Çeqel pêr hatî xapê, hey Zapê
Ew teresê her carê
Hatî heyfa ji Garê, tew Zapê


Hey Zapê dilê me li ava şîn e
Sînga me tije kîn e, hey Zapê
Bi gorî keçên kovîn e
Can ji wa re diyarî ne, tew Zapê

Gotin û Muzîk: Hunergeha Welat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?