Hunergeha Welat - Lo Kurdo Çêyo
wêneyê hunermendî:ê 108 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hunergeha Welat - Lo Kurdo Çêyo

Lo Kurdo çêyo
Lo Kurdo çêyo
Bejin şal û şap e
Kofî sor li eniyêyo
Pişta min bernede, lo milê min bernede
Şûrê nêrgizî lo, li neyaran tu rade
Bira tu ji Dihokê
Delalo tu ji Dihokê
Were bergiriya min lo
Li vir şev û rokê
Kurdo tu ji Gever e
Merdo tu ji Gever e
Sengera min bigire lo
Dijmin marê zer e
Kurdo tu ji Îlamê
Pismamo tu ji Îlamê
Tifinga min rake
Tu bi keziyê vê dotmamê
Kurdo tu ji Hewlêr e
Mêrxaso tu ji Hewlêr e
Gurboz hatin cerdê
Rê bigire jor û jêr e
Em yek bin pê re pê re

*Muzîk: Mehmûd Berazî
*Gotin: Şêro Hindê
*Deng: Hacî Mûsa, Şervan Badînî, Kawa Xalid, Serxwebûn Zeyno, Yûsif Osman, Îvan Mihemed, Hozan Wezîr
*Hunergeha Welat, 2020
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?