wêneyê hunermendî:ê 74 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Huseynê Omerî - Nofa

Endîwerê dikana lê lê
Kezeba min, şêrîna min
Endîwerê dikana
Nisêbin qayimkama
Enqera textê siltana
Çavê mi li yeke ciwan a
Nexweş im nav nivîna
Çûm heya nav burxala
Heya bi nav elemana
Daketim nav yewnana
Hilkişîyam cem meqrîyas
Evraqêm girêdana
Avêtinê Stenbolê
Qesxanak li wêde bû
Şazde derzî li mi dana
Go Huseynkê Omerî
Êşa te pir xedar a
Dermanê te tune ye
Incaq li cem xwedana
Diketim ê trênê
Xwe berda Nisêbînê
Daketim ê Qamişlo
Jêr dibên Textor Nafiz
Textorkî pir yeman a
Wexta filîmê min girtî
Go Huseynko pepûko
Êşa te pir xedar a
Dermanê te tune ye
Çûm welatê serheda
Jêr dibên Mela Ehmed
Melakî misliman a
Bi derdê dila zana
Nava gerîya Qur'ana
Heya bi cûzwê emana
Go Huseynkê Omerî
Êşa te pir xedar a
Qurana min xwendîye
Do perê han çûm camîyê
Min kitêb vekirine
Tiştê kitêb dibêje
Memkê Nofa dermana
Nofa û Nofa û Nofa min

Nofa wele tu bax î
Nofa û Nofa û Nofa min
Nofa wele tu bax î
Bi fîstankî qaçax î
Êvarî cîka raxî
Ramûsankê bide min
Ez di bextê wê ciya te de
Çi bidij î çi baltax î
Nofa û Nofa û Nofa min

Min nûk anî kaviştê ?
Nofa û Nofa û Nofa min
Min nûk anî kaviştê ?
Keçikê xwedê hiştê
Dora memika bihuştê
Xwedê mêrkê te kuştê
Nofa û Nofa û Nofa min

Qamişlo ber bi ba ye
Nofa û Nofa û Nofa min
Qamişlo ber bi ba ye
Omerîya jê xuya ye
Nofa tu pir hêja yî
Nofa û Nofa û Nofa min
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î