Îbrahîm Xelîl - Seva Te
wêneyê hunermendî:ê 34 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Îbrahîm Xelîl - Seva Te

Keçka han dûrva tê
Gelek dilê min tê
Êw bêjn û bala wê
Huba min ketê

Ber min va dêrbaz bû
Çû û winda bû
Şev û roj digerim
Ez wê nabînim

Bedewîya te tenê
Sebeba min bû
Ev dilê min jihal
Ser te bengî bû

Hertim hergav
Tê ber çavê min bedewiya te
Heval û hogira w'ez dipirsim seva te
Ev dilê minî jihal bengî bûye ser te
Dimrim seva te dijîm bona te

Wa dîsa bû tarî baran dibarî
Gula sor destê min, min te digerî
Ez û tu bi hev ra nav baxçê gula
Min tera got strana weke bilbila

Min geleka dîtîye
Wek te nedîtiye
Kilê çavê teyî reş
Dilê min helandiye

(Dîsgotin)

Seva te bona te
Seva te bedewiya te
Seva te bona te
Seva te bedewiya te

(Dîsgotin)

Gotin û Muzîk: Îbrahîm Xelîl
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?