Îbrahîm Xeyat - Cejinî Newroz
wêneyê hunermendî:ê 99 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Îbrahîm Xeyat - Cejinî Newroz

Cejine cejinî kurdistane cejinî newroze
Be tîşkî agîr enusim cejine pîroze

Çawgî agîr hêz û giyanime
Bawerî berzî kurdistanme
Seyrîken seyrîken seyrîken

Şax û deşt û şar û gûndim ta êstandiwe
Gorî mergî dujiminanim lê hellkendiwe

Pirr be deng bang ekem serbestîm ewê
Kurdisitanim cêy şêrane ebê serkewê

Mayey şanazîme bisutêm û nemênim
Be runakî leşim perdey şewe derênim

Rojî azadiye nek zebuniye
Ey minîş wek gelan mafim bo niye

Boti ta waneger dîlî kes nebim
Ya pilî şawehî jêr heres nebim

Şerte eger waye bistum û nemênim
Taku be xên mafî kurdistanim estênim

Cerg esûtê bo kirrozî gey asman
Ta le êwe aşkira bê ey hemu cîhan

Mêjûman çen zuhak û marî xist çall
Çend kesî kird be gull bo beharî sall

Korpekan daykekan bê derentan
Bomî hellgîsawin bo azadî kurdistan

Cejine cejinî kurdistane cejinî newroze
Be tîşkî agîr enusim cejine pîroze
Çawgî agîr hêz û giyanime
Bawerî berzî kurdistanme
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?