Îbrahîm Xeyat - Xoşim Ewê Wilatekem
wêneyê hunermendî:ê 145 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Îbrahîm Xeyat - Xoşim Ewê Wilatekem

Xoşim ewê, xoşim ewê
Em nîştîmanem xoş ewê
Ta lêdanî dil esrewê
Qed leber çawim nakewî
Xoşim ewê wilatekem
Kangay hîwa û awatekem

Em hewa û aw û gile
Bo jiyanim xwênî dile
Dil ke bilbilî ser çile
Şaydaye bo rûy ew gule
Xoşim ewê wilatekem
Kangay hîwa û awatekem

Xoşim ewê, xoşim ewê
Awate xwazim serkewê
Nawî le nawa derkewê
Geşe û rûnakî berkewê
Xoşim ewê wilatekem
Kangay hîwa û awatekem

Dilim ellê wek zubanim
Xoşim ewê Kurdistanim
Xoşewîstî nîştîmanim
Bote ser lewhey îmanim
Xoşim ewê wilatekem
Kangay hîwa û awatekem

Kurdistane xoşewîstim
Heta mawim eyperistim
Be ciwanî dîmenî mestim
Hawar eka hoş û estim
Xoşim ewê wilatekem
Kangay hîwa û awatekem
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?