Îbrahîmê Newrozî - Emê Gozê (Sîsilê)
wêneyê hunermendî:ê 107 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Îbrahîmê Newrozî - Emê Gozê (Sîsilê)

Lê lê lê wayê lê lê wayê wey lê lê wayê
Meresê got: Sîsilê xwehê dilê min ma li ser Çepera Bacorê
Li ser qal û dewayê
Bişar dikire gazî: Emo lo lawo tu ji min re were rayê
Serê Şebabê xwe kim tu ji min re neyê rayê
Sibê van çaxa ezê odeka Baxemsê bikim kadîna kayê

Emo digo: Bişaro lo lawo min sond xwariye
Bi her sê navê qesemê li ser dinyayê
Ez bi kesî re nayême rayê îro sê roj e
Mine piyê xwe li qeydê da destê xwe di kelepçê da
Eger tu pirsiyara kilîta qeydê ji min dikî
Li odeka Baxemsê lawo wê di pencerê da

Şemsê Xanima jina Emo meşiya li ser kozikê
Digot: De hêde ribado de hêde
Min çend car gote di şerê Babê Şebo giran e
Bi te çênabe tu yê bi serê xwe mekî mudef’a belê re
Emo xeyîdî ling û milê xwe bi qeydê xist
Kilîda qeydê şande oda Şemsê Xanimê
nîv metro erd kola xiste binê erdê re

Goza diya wî jê re mêr e meşiya bi ser kozikê
Got: de lê re ribado de lê re
Dayîk bi qurbana çavê te yê belek e tû lê re
Tê şerekî ji me re bikemînî li ser Kozika Kolanê
Ku nav û dengê te ji me re bimîne ji dinê re

Diwazdeh pismamê Emo hebûn şeş ew bûn
Di şop û rêça wî de bûn
Heyfa min li girtin û kuştina egîdan û xweşmêran nayê
Li wê heyfê tê
Derbeka li Emê Gozikê dane simbilê sor ê sosinî
Xiriyane li ser lêvê de lawo
Hahîîî...

Ax de lê lê lê wayê lê lê lê wayê
Meresê digo. Sîsilê lê xwehê min dî mîla şibekê li mîlê da
Eskerê Bişaro Çeto, bi çar babê remî û Pencînariyan
Eliyê Ûnis Qewmê Çiyê ve
Elmedîna Midûrê Zoqê ve bi Çaçan û Çerkezê
Li beriyê siwariyan Belîsê ve bi qumandar û bi kûmsorên tirkan ve
Top ser topê kozik û meteresên mala bavê min û te girêda
Lê heyfa min çi nayê heyfa min li wê heyfê tê
Her çar egîtê mala bavê min û te rebenê
Mane çepa Eba Jorê Kaniya Sîmo
Kevirê Bûka xwehê rebenê di qeydê de

Min dî Goza diya Emo meşiya bi ser kozikê de
Got: De lêde ribado de lêde
Dayîk bi qurbana çavê te yê belek de tu lêde
Tê şerekî ji me re bikî mîna eshabê dewra berê
Heta em sax bin nav û dengê te ji min re bimîne dinê re
Diwazdeh pismamê emo hebûn şeş ew bûn
Di şopa rê de şeşê din kuştin bi ser cinazê Emê de
Heyfa min ji girtin û kuştina Egîdan û xweşmêran nayê
Li wê heyfê tê derbeka li Emê Gozikê dane
Simbêla sorê sosinî xiriyane bi ser lêvê de lawo
Hahîhîîî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î