Îlkay Akkaya - Kula Roboskî
wêneyê hunermendî:ê 93 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Îlkay Akkaya - Kula Roboskî

Way dayê, way dayê way
Ez kuştim, ser çiyayê way
Way lê dayê min go vê sibê
Delalê dilê’m rabû ji xewa şêrîn
Girêdida van qantiran nav hêstiran
Berê xwe dida Îran’a şewitî nav hidûdan nav siniran
Bila kula Xwedê bikeve mala van dijmin û van neyaran
Welleh çawa li Paytexta Enqerê civîn dane qerar dane
Rakirin fermana dîsa zarokên me kurdan e
Ax lê delal ax lê delal ax dayê min rebenê

Ez ê hingî sax bim li ser rûkê vê dinyayê
Wileh tu carê tu caran kula şehîdên çiyayê roboskê ji dilê min dernayê
Ax lê delal ax lê delal ax dayê min rebenê

Ay lê dayê min go ez ê çiyayê Roboskê ketim nava zinaran, ax nav newalan
Bila kula Xwedê bikeve mala van dijminan
Çawa li ser serê berxên min rakirin ax xirexira giregira mîratên wan teyaran
Wele li ser serê berxên min re şandin lav û bomba, ax jehra maran
Hay lê dayê hay lê dayê hay lê dayê hay lê dayêê
Hay lê dayê hay lê dayê hay lê dayê  lo li min rebenê

Wele min got heta ez ê sax bim li ser rûkê vê dinyayê
Tu carê tu caran ax kula çiyakê Roboskê ji dilê min dernayê
Ax hay lê delal hay lê delal hay lê delal ax dayê tu reben î
Hay lê dayê min go ez ê çiyayê Roboskê ketim nav dilê diyar
Wî de gava min ê bala xwe didayê çi qas dar û kuçik û kevirê li wê hene
Dîsa halê dilê min li ortê re pir digiriya
Wele min go ez ê rabim goştê delalê dilê xwedicivînin bi van destan ax bi tiliyan
Ax hay lê delal hay lê delal hay lê delal ax dayê tu reben î
Hay lê delal hay lê delal hay lê delal hay lê delal hay lê delal
Hay lê delal hay lê delal hay lê delal dayê li min rebenê
Heta sax bim li dinyayê wele tu carê tu caran
Kula şehîdên Roboskê ji dilê min dernayê
Ax hay lê dayê lê dayêê, lo li min rebenê



Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?