Îmad Kakilo - Çûko Rebeno
wêneyê hunermendî:ê 74 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Îmad Kakilo - Çûko Rebeno

Weyla çûko rebeno
Ti ket xefka Heseno
War û hêlîn xerabûn
Ne qirşik û ne beno

Çûkêm mêrga beleki
Teriya wîna xeleki
Heseno bê îmani
Xefka wî ne heneki

Ma ne Çûkêm beytiki
Niklê wîna kiniki
Erê çûkêm lepiki
Li himber goştê berxiki

(Dîsgotin)

Ma ne çûkêm dilimi
Dimeşi û dilikumi
Heseno bê îmani
Xwediyê ceh û genimi
Heseno bê îmani
Xwediyê nanê genimi

Heseno gurê hari
Ji xwe çûkê min pê nikari
Heseno gurê hari
Çûkê min pê nikari
Êşa çûko dijwari
Dûr ketina buhari

Çûkê min sor û zeri
Li ser wî ceng û şeri
Bela çûkêm bifiri û
Li Hesseno venegeri
Sed oxirbê ji te ri
Li Hesseno venegeri

(Dîsgotin)

Gotin û Muzîk: Îmad Kakilo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î