Îskoyê Lezgî - Dilê Min
wêneyê hunermendî:ê 9 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Îskoyê Lezgî - Dilê Min

Lê kurmalê, dilê min hêlîna wê lo teyrê hewa,
Merezê, dilê min hêlîna teyrê wê lo hewa.
Ciyê xwe çêkiriye ciyê qazan û qulinga, wê lo refê kewa,
Kawê canê çi emekê îsal çend sal e min û te ra ber hev da daye,
De bira Xwedê lê nebe wey wey wey lo badî hewa.
Lê kurmalê, dilê min î hêlîna wê lo teyrê narî,
Emrê min, dilê min hêlîna wê lo teyrê narî.
Li xwe çêkire ciyê qazan û qulinga, wê wê lo vî zinarî,
Kawê canê, sala îsalê sala guliya ber çav û birûyê belek hatiye serê mi evdalê Xwedê,
De bira neyê serê Îvongê wê wê lo kurmexwarî.
Eman gidiyo lo paleyo, wey lê wey lo palegiro,
De destê dasa wey wey lo te zengilo,
De wekê şerm e komê xwey xwedaniya min ê bida,
De çavê spî wê wê lo biçûma alî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?