Îskoyê Lezgî - Lê Zerîyê
wêneyê hunermendî:ê 28 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Îskoyê Lezgî - Lê Zerîyê

De lê lê Zeriyê, xemlê mi xiyalê te didane berî gunda,
De lê lê Zeriyê, xemlê mi xiyalê te didane berî emrê.
De tu rabe cixarekê titûnê bipêçe bide destê mi mahrûmî kalemêrî,
De min mahrûmî kalemêrî, lawiko qurban xema meke,
Wez ê cotê çiftê zer memika ji te ra bişînim, xwe ra bike şevbuhêrî, emrê.
De lê lê Zeriyê, xemlê mi xiyalê te derd kirim gundooo,
De lê lê Zeriyê, xemlê mi xiyalê te derd kirin emrêêêêm.
Hesabê tîreke nêçîrvana dilê navê dax dikirin gundo,
Hesabê tîreke nêçîrvana dilê navê dax dikirin eman.
De dê lê Zeriyê, de tu were wem ê vê sibê hev ra heval yar bin,
De lê lê Zeriyê, emrê min bî, de tu were em ê heval yar bin emrê.
De tu were de wem ê destê xwe destê hevdu xin,
Gazîkî bikin çiyayê bilind da xwar bin emrê,
De tu were de wem ê destê xwe destê hevdu xin,
Gazîkî bikin çayê bilind da xwar bin emrê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?