Îslam Zaxoyî - Xewin
wêneyê hunermendî:ê 149 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Îslam Zaxoyî - Xewin

Nizanim boçî evro li min hinda bî
Nav hemî gula bes ew gula min bî
Ez bilbilek bîm ew bihara min bî
Li min berzebî ev dile ji xweşiya vala bî

Wek xewnekê hat û bûrî, hat û bûrî
Hemî jîna min gihurî, ax gihurî
Wek xewnekê hat bûrî û hat û bûrî
Hemî jîna min gihurî ax gihurî

Avêtim nav derya vînê, derya vînê
Li min girit dergehê jînê, ax yê jînê
Kirime reben, kirime rebem û ez girêdam
Dûrmanêt min kirine agir navda ez hêlam

Hewar xudê evro çi hate serê min
Sebir nema ji rondika kure bî çavêt min
Hewar xudê evro çi hate serê min
Sebir nema ji rondika kure bî çavêt min

Taqet nema neşêm bijîm bêeşqa wê
Min mirade bibînim bejin û bala wê
Kirime reben, kirime reben û ez girêdam
Dûrmanêt min kirine agir navda ez hêlam
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?