Îsmet Awaz - Birîndarê
wêneyê hunermendî:ê 52 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Îsmet Awaz - Birîndarê

Çavbiharê dilpayîzê
Kena darê dara gûzê
Ji ku hatî vî bajarî
Ew sermana pişt payîzê

Birîndarê birîndarê
Ji ku hatî vî bajarî
Mil û baskê te ketine
Wek pelê li gulîyê darê

Tu çi dikî li van dera
Hêstirê te dibin bela
Here dîsa ser axa xwe
Tû şîn nabî li van dera

Tu kulîlka ser çîya yî
Tu sorgula şikefta yî
Axa bajar li te nayê
Tu wek berfa ser çîya yî

Gotin: Burhan Îşîyok
Muzîk: Onder Karataş
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?