Îsmet Awaz - Dinya Mirin e
wêneyê hunermendî:ê 18 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Îsmet Awaz - Dinya Mirin e

Dinya dinya mirin e
Halê me tim girîn e
Me qet rojê xweş nedî
Em bêwar û bêcî ne

Werin em tev bi hev ra
Derkevin serê çîya
Ji bona azadîyê
Şer bikin weka şêra

Azadî gelek xweş e
Nergîz e gula geş e
Ji ber ku em bindest in
Rojê li me şeva reş e

Azadî gelek xweş e... (Dîsgotin)

De rabin tev de rabin
Ji bo welat xebatkar bin
Ji bona welatê xwe
Serbilind wek şêra bin

Werin em tev bi hev ra... (Dîsgotin)

Gotin û Muzîk: Îsmet Awaz
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?