Îsmet Awaz - Qîzmetê
wêneyê hunermendî:ê 19 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Îsmet Awaz - Qîzmetê

Qîz metê wextê min te dî dilê min perçe bû
Delalê roja kû min te dî dilê min perçe bû

Cara rengê gulê zivistan e tev geş bûn
Hey dinyayê çi hat serê min ev çi êş bûn
Li dinyayê çi hat serê min ev çi êş bûn

Ka evîna min ka, ka delala min ka, hevala min ka
Sebra dilê min ka, ronîka çavê min ka, qîzmeta min ka

Qîzmetê qêy ti nizanî min bêrîya te kiriye
Delalê qêy ti nizanî min bêrîya te kiriye

Ev rih û canê min bê te mirî ye
Ê kû li halê min dinêre dibêje qêy sêwî ye
Ma nizanin ev dil ji bûy eşqê, evînê ye

Gotin û Muzîk: Îsmet Awaz
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?