Îsraîl Ohanyan - Binevşa Narîn
wêneyê hunermendî:ê 34 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Îsraîl Ohanyan - Binevşa Narîn

Lo lo lo lo lo lo lo lo lo dilê min li bê ye, dilê min li bê,
Azraîl û Cibraîl her du milyaketê Rebê alemê,
Ji ezmanê jorî nazil bûne erdê, wî î, wî î, wî î.
Divê pifkirine sûrê ye, geriyan çar terefê dinê,
Xwe berdane beriya Wêranşarê, sekinîn li ber serê Derwêş Axa, mîrê êlê ye,
Lo û e, lo û e,lo lo lo û
Divê Derwêşo de rabe, çevê xwe veke ji xewê, li te ban da dîkê serê sibê,
Li te da zeraya tavê, bûye wextê tew limêjê ye, lo lo lo lo lo.
Derwêş Axa mîrê êlê, çavê xwe vedike ji xewê,
Radihêjê misînê destlimêjê,
Xwe berdide poxana biniya malê,
Çevê xwe digerîne li eşîra giran li obê ye, lo lo lo lo lo.
Bala xwe dayê kareke xezala, horiyeke cinetî, werdekeke golê,
Kevokeke serê bircê, li devê derê konekî diçe û tê, wî î wî î wî î.
Li vê kêrsim û dîndara wêran, bîna stêra sibê dertê ji çvê qorixê,
Şewqa xwe dide çar terefê dinê, bejneke zirav lê ye, bejn ji darê hewrê,
Pozekî çilakî lê, pozê wê nikulê kewê, eniya wêra kokevê hîvê,
Kirasekî melesî lê ye, fîstan ji pelê gulê ye,
Meşa wê bîna meşa qitikê ye, bîna werdeka golê,
Dertê ser mêrgê, per û baskê xwe dadiweşîne ji avê,
Wî î, wî î, wî î ax narînê, dev li kenê, xwînşîrînê,
Aqil û sewda serê Derwêş Axa direvînê, lê lê lê lê lê lê.
Divê dilê Derwêş Axa mîrê êlê, bi hezar dilî dikevê,
Misîn dihêle li poxanê, vedigere malê,
Gazî dike lê lê qewraşê, ez ketim bextê te û Xwedê,
Min horiyeke cinetê, werdeke golê, kevokeke serê bircê,
Mi dî li devê derê konekî diçe û tê,
Win qîzik in tim û daîm diçine ba hev û dinê,
Tu ji mi ra bêjî binê ev qîza kê ye, wî î, wî î, wî î.
Qerwaşî dibê lo lo Dewrêşo, ew keçika tu salixê wê didî, qîza Faris Begê ye,
Ew konê ku xurî ber Çiyayê Terwêzê ye, konê xwe daniye li perê avê ye,
Navê qîzikê Binevşê ye, wî î, wî î, wî î,
Ax narînê, dev li kenê, xwînşîrînê,
722
Aqil û sewda serê Derwêş Axa mîre êlê direvîne, lê lê lê lê lê lê.
Divê Derwêş Axa mîrê êlê, dibêje xulamê nava malê,
Tu miya berde ji gomê,
Berxa berde ji kozê,
Kihêl û menîka berde ji tawlê,
Tu terş û taraş temam vebana biniya malê,
Alem temam li ber te ra here û bê,
Ê bêjin ev terş û taraşa bê xweyî ê kê ye,
Tu bê hemû herêkirina Binevşê ye wî î, wî î, wî î,
Ax narînê, dev li kenê, xwînşîrînê,
Aqil û sewda serê Derwêş Axa birevîne, lê lê lê lê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î