Îsraîl Ohanyan - He Wêlî Gewrê
wêneyê hunermendî:ê 9 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Îsraîl Ohanyan - He Wêlî Gewrê

Lê lê he wêlî gewra minê, ez ê dikim ji Heleba mîrat de rabim,
Ay lê lê lê lê hê lê lê lê lê lê,
Lê lê zalimê ez xocê Hofsêb ra, xocê Gerebêt ra,
Mi Corcisê Toma ra, her sê başbazirganê salê re, sal dozde mehê min li din-
yayê diqediya,
E di bajar û şaristana, ezê carek di tera dimam, ez heval im lê lê lê lê.
Lê lê zalimê, ez şêxê Şemîra ra, şêxê Teya ra, bi kurê Brahîm Paşa me,
Ez mehkûm û firar bûm, mehkûm û firarê daxan û çiya bûm,
Lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê.
Lê lê zalimê, ez di hidûdê ecem bi mesken û bi qonax bûm,
Ez rojekî ji rojê xwedê li ber ava Mûradê sekinîm,
E li keleka qeyika siwar bûm,
E li ava Mûradê derbas bûm,
Karwanê min karwanekî boş î zef bû,
Lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê.
Lê lê zalimê, ez li serê cadan dirba kal bûm,
Xwe berda bajarê qocê Diyarbekir,
E digeriyame xana Çimrûkê, xana Hesenxanê,
Xanê Piroda, xanê Memika, xan û manê zêrîn, ez peya bûm lê lê lê lê.
Lê lê lê lê hê lê lê lê lê lê lê lê lê lê.
Lê lê zalimê, ez li nîvê şevan û pêve nava refê hewêlî gewrê de, xan esmera de,
Bejn bilinda de, xulk şîrîna da, çev beleka de, himbêz mezina de,
E di nava hemî morî mircanê wan de, sedef û karebar de,
Nava cot û memikê wan de ez mêvan bûm,
Lê lê lê lê hê lê lê lê lê lê lê lê lê lê.
Lê lê bêbavê, wele wez ê îşev xencerekê li çiftê memikê te xînim,
bînim fermanê deriyê Stenbolê ji qapiyê siltana ra derê,
Lê lê lê lê hê lê lê lê lê lê lê lê lê lê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î