Jan Arslan - Evînperwer im
wêneyê hunermendî:ê 81 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Jan Arslan - Evînperwer im

Ramûsanek te da min
Ev dînîtî giha min
Ka wer padîşaha min
Dilxweş bike vê dilê

Ez im memê di zindan
Girêdayî bi bendan
Tu bigire mûm û findan
Wer derxe min tu zînê

Lê lê zînê, lê lê zînê
Wer derxe min tu zînê

Tenê ez te dixwazim
Di ber te da ku raz im
Bilind û serfiraz im
Ez dê çikim vê jînê

Ferhad ê mil sitûr im
Li ser çiya dizûrim
Ji te çiqasî dûr im
Di dil dijî şêrînê
Şêrînê, şêrînê
Di dil dijî şêrînê

Lê lê zînê, lê lê zînê
Wer derxe min tu zînê
Şêrînê, şêrînê
Di dil dijî şêrînê
Wer derxe min tu zînê
Di dil dijî şêrînê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î