Jan Axîn - Wax Wax
wêneyê hunermendî:ê 66 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Jan Axîn - Wax Wax

Destê te digirim destên sar in
Peyvên lêvên te dijwar in
Ku ev be tahma evîna te
Ez ne bextewar im
Wax wax

Digerim li warê vê jîne
Çima nabînim bextewaran
Ku ev be tahma vê jînê
Ez bê cî û war im
Wax wax

Emir derbas dikin salan
Li nav hişên bê biryarî
(Li nav hişên bê kiryarî)
Ku vegotin qebehet be
Qey ez pir dîn û har im

Gotin û Muzîk: Jan Axîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?