Kadir Çat - Xelîlo
wêneyê hunermendî:ê 84 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Kadir Çat - Xelîlo

Doh ezman bi te re dikeniyan
Îro di nav destan wenda bû yî
Wêneyek bi navê Xelîlê çiyan
Bi rukenî di nav dil de yî

Ax Xelîlo ax delalo
Sal derbaz bûn Lo bar girano
Çavên dayikan li dû te ma wo
Çavên xezalan li dû te ma wo

Di nav şer û di nav xwînê de
Kulîlk ve dibin di nav berfê de
Tu bû yî sozek di nav dilan de
Dil bêçare li dû te diricife

Li dû te sterk ji ezmên weşiyan
Ewrên reş û brusk teqiyan
Xwîna sor di nav dilê me de
Bi çûyina te dar û ax giriyan

Gotin: Kadir Çat
Muzîk: Barış Arun
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î