Kahtali Miçê - Memê Min (Memê Alan)
wêneyê hunermendî:ê 77 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Kahtali Miçê - Memê Min (Memê Alan)

Go:
Keko dilî min liyan e dilî min liyan e
Serê min qurbano
Derdê min derdkî giran e
Şêrînê Memê Alan e
Xwarziyê Gulîşan e
Delalê bav û diyan e.
Torinê bav û xalan e
Mîrê derî began e

Oy lo de wêl wêl wêl
Lo xerîbê min, lo bêkesê min
Lo Memê min de wêl wêl wêl

Go:
Keko dilî min liyan e, dilî min liyan e
Bîlal qardaş serê min qurbano
Derdê min derdkî giran e
Navê di Memê re dibên Xanim Zelîxan e
Xwendiye sî û du kîtaban e
Oy lo de wêl wêl wêl
Lo xerîbê min lo bêkesê min
Lo Miçê Min lo Memê min de wêl wêl wêl...

Go:
Keko dilî min liyan e dilî min liyan e
Serê min qurbano
Derdê min derdkî giran e
Zînê dengekî bang kir:
Memo w'ez Zîn im, Zîn im
Kevûta di ber perçîn im qûwa ser bitûn im..
Oy lo de wêl wêl wêl wêl
Lo xerîbê min, lo bêkesê min
Lo Miçê min, lo Memê min de wêl wêl wêl wêl
Oy lo de wêl wêl...

Çûme diyarê Kolikê
Bejna zirav hêl dike
Keçkê me pir rindik e

Lê lê rindbavê
Lê lê teresbavê
Lê lê şimikzerê
Kilît ê di qulika qêpi da
Kilît ê di qulikê qêpi da

Çiya Nemrût bilind e
Keçkê rindik li gund e
Dev çûçik, pozbilind e

Lê lê rindbavê
Lê lê teresbavê
Lê lê lê kerbavê
Kilît ê di qulika qêpi da
Kilît ê di qulikê qêpi da

Çûme diyarê Heydera
Rabû refê qertela
Qurban im lo çavzera

Lê lê lê rindbavê
Lê lê teresbavê
Lê lê lê şimikzerê
Kilît ê di qulika qêpi da
Kilît ê di qulikê qêpi da

Tu hatî paş qêpî ye
Qapî we tim girtiye
Tu li kilîda geriye

Lê lê rindbavê
Lê lê teresbavê
Lê lê lê kerbavê
Kilît ê di qulika qêpi da
Kilît ê di qulika qêpi da

Lê lê lê rindbavê
Lê lê teresbavê
Lê lê lê şimikzerê
Kilît ê di qulika qêpi da
Kilît ê di qulikê qêpi da

Deşîfrasyon: Rênas Xendekî
Verastkirin: Abdullah Koçal
Herêm: Semsûr, Kolik
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î