Kale Atashi - Min Ew Dîlem
wêneyê hunermendî:ê 42 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Kale Atashi - Min Ew Dîlem

Min ew dîlem le zîndanî tarîka
Hetawî bîr rûnak eka ber çawim
Be naw hezar hellqey dawî barîka
Qefî zincîr epiçrênê hengawim

Min ew dîlem le pişt şûra‌y pollawe
Asoy hîway geşim hergîz win nakem‌

Be girrî sûr le rûy asman nusrawe
Bend be bendî ayîn namey birwakem
Madam hêzî zorbey gelim le ‌pişte
Dirrik gulle û tirs arame bo xwastim

Min ew dîlem ke sirincî bêbakim
Sill le çawî pirr le qînî zeq naka‌
Daneçîrrey gurgî harî ser lakim
Zatî giyanî nelerzîwim leq naka

Min ew dîlem ke dîlkerî zordarim
Dillî leber gurrî nallem elerzê
Ta şirrtir ka kellbey leşî zamarim
Xoy xiraptir le naw xwêna egewzê

Honrawe: mamosta goran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î