Kamkaran - Were Yarim
wêneyê hunermendî:ê 70 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Kamkaran - Were Yarim

Were yarim, were ey taze yarim
Were estêrekey şewgarî tarim

Were ey şaperî balî xeyalim
Were ey şewçiray ronakî malim

Were yarim, were ey taze yarim
Were estêrekey şewgarî tarim

Were xase kewî ram û kewîy min
Were îlhamekey nîwe şewî min
Were oxjinî sîney pir girî min
Were pîrozekey berze firî min

Were awengî ser pelkî gulî sûr
Were awrîngî germ û meşxelî nûr

Were ey rêjne baranî beharî
Were şî'rî terî pir wirdekarî

Were yarim, were ey taze yarim
Were estêrekey şewgarî tarim

Were ey newnemamî baxî jînim
Were ey şagulî mêrgî ewînim

Were karwankujey katî beyanîm
Were bîrewerî û awatî ciwanîm

Were ey xec were ey xatu zînim
Were ba bejn û belaket bibînim

Were yarim, were ey taze yarim
Were estêrekey şewgarî tarim
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?