Karapetê Mêlkon - Ez Xezal im
wêneyê hunermendî:ê 40 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Mêlkon - Ez Xezal im

Ez xezal im, xezal im, xezal im,
Ez xezal im, gelî gundiyan û cînara, xezalê gotî,
Wele wez xezal im, xezala çiyakê vê Şengalê û le ji xêra mala Xwedê ra xezalê gotî,
Wezê têr biçêriyama li qûntara çiyayê xopana vê Şengalê,
Na wele mexelê min xezalê çêbûba biniya dara Gola Xatûniyê,
Wezê vê sibê rabûma têketama pêşiya tejî tulê nêçîrvanê mala bavê xwe xe-
zalê li binê berîkê,
Erê çar payê gule mîrata Martîniyê,
Xezal im, xezal im, wele ez xezal im, bîle tile wez xezal im,
Erê wezê xam werdekek ji werdekê golê cemidî, golê avê sar im,
De ji serê sibê heyanî van danî êvarê,
Wele li qûntara çiyayê Şengalê, di mexelê xwe da,
Erê wezê ji bûna xwe lawikê mala xwe jî, wezê ne mi go kûr dinalim.
Ez xezal im, xezal im gelî gundiyan û cînara xezalê gotî,
Wele wez xezal im, xezala çiyayê vê Mêrdînê,
Lê ji xêra mala Xwedê ra xezalê gotî,
Wezê biçêriyama, ne mi go li qûntara çiyayê vê Şengalê,
Lo wele bila mexelê min xezalê çêbûba biniya kela xopana Nisêbînê,
De ne mi go nava rojê wele wezê têra bixwarima li dîsa ne mi go binya dara
Gola Xatûniyê,
Ez ê vê sibê rabûma têketama pêşiya tejî û tûlê nêçîrvanê mala bavê xwe xe-
zalê, li binê berîkê,
Erê ne mi go dîsa roja îro çar payî gulê mîrata eyneliyê,
Xezal im, xezal im wele wez xezal im, bîle tile wez xezal im,
Erê wezê xamwerdeke ji werdekê golê cemidî, golê avê sar im,
Erê ji serê wê sibê heyanî van danî êvarê,
Li qûntara çiyayê vê Şengalê, ji bû xwe, lawikê mala xwe jî,
Wele di mexelê xwe da, wezê ne mi go dîsa kûr dinalim.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?