Karapetê Mêlkon - Şerê Qelenîyê
wêneyê hunermendî:ê 20 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Mêlkon - Şerê Qelenîyê

De lo lo, de lo lo lo, de lo lo lo, de lo lo, de lo lo lo, de lo lo lo, de lo lo lo,
De lo lo lo, de lo lo, de lo lo lo, lo lo lo lo lo bê tertîbo birayê.
De lo lo lo, de lo lo lo, de lo lo lo, de lo lo lo de lo lo lo, de lo lo lo,
Mîrpenco bira, wez ê dêlanê Qeleniyê diketim diyarê her du biya,
Giran e, eskerê şahê Makoyê ecem,
De wele dihat û şerê qewxanê giran ji êvara Xwedê ve,
Ne mi go qulibî ser milê me her du biraya,
De loy lo, de loy lo, de loy lo, de loy lo, de loy lo, de loy lo, lo lo mîro.
De loy lo mîrpenco bira, wez ê bi dêlanê Qeleniyê diketim, wa bi dar e,
Dacirganê destê Tembûrvanê min î bira kekê Şimsê bavê Cemîla bi şêlaz e,
modîne navê kareban e,
Ne Şemsîr xanim dibê wez ê herim birca belek di ber serê Tembûrvanê bira rûnêm,
De bêjim Tembûrvano bira rabe çevê xwe ji xewa şîrîn veke û bala xwe bide êl
û eşîretê rengîn,
Eskerê Makoyê Şahê ecem ku heye heft hezar e,
Eskerê kekê minê hindik e kêmqewet e, pê nikare,
Lo loy de loy, de loy lo, de loy lo, de loy lo, de loy lo, de loy lo Tembûro birawo.
De lo lo mîrpenco bira, wez ê dêlanê Qeleniyê diketim bi hêl û mêl e,
Na wele heyfa mi lê nayê roja îro li tu heyfê û çawa li orta meydanê cindî ne,
Wele simbêlê bavê Cemîla kekê Şemsî xanimê de bi qamê jêkirine davêtine
binê erduka kirine têl bi têl e, dêran im li dinyayê,
De loy lo, de loy lo, de loy lo, de loy lo, de loy lo, de loy lo, lo lo mîro.
De lo loy, de lo loy, de lo loy lo, mîrpenco bira, bira nata sira Qeleniyê,
Bayê siran û zozana, sira serê çiya ye,
Ahmed bi sê denga gazî dikir, li Eshed bav û bira tê îro rabe fatîhê fişeka ji
kekê xweyî delal ra hêdî hêdî vala ke li ser ebayê,
De wele wem ê bikevine kêleka hev û dinê, navê mêran û di şêran,
Bi qewata Xwedê û Rebê alemê eskerê gorîsafî giran serê çaplî û madoniya,
Roja îro em ê xwe lêdin wanê wê ekserê,
Herê hay de berdê, hay de berdê, hay de berdê, hay de berdê û Eshed bav û
bira de berdê, şêrê soro de berdê, destîna nasir erebê bavêje mil û zendê,
De wem ê bikevin kêleka hev û dinê, navên meran û di şêran, bi qeweta Xwe-
dê û Rebê alemê, çil melekî erdê, çil li esîmana,
Rojanî îro eskerê şahê ecem e lê li serê çaplî û modeliya kulê dinale eskerê,
De loy lo, de loy lo, de loy lo, de loy lo, de loy lo.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?