Karapetê Xaço - Ay Lo Mîro
wêneyê hunermendî:ê 304 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Xaço - Ay Lo Mîro

ay lo mîro mûşê bişewite lo li berî bayê
de bila kula xwedê bikeve
berê mala zabit û çawîşa û qumandaran
dîsa mala mîralayê
wele çawa berê babê zibeyr
dane hepisxana hey la mîrê min bûrsayê
were ha were, meçe romê
lo rom xayîn e
ezê çi bikim bextê romê tunîne
çi bikim begê malê wê bixapîne
mîro ay lo mîro dibê havîn e
li me hatî wextê lo van geniman
berê mala zabit û çawîşa û qumandaran
dîsa mala mîlaziman
wele berê bavê zibeyr
dane hepisxana erzeromê
hey la mîrê'm lo nizam çima
dibê ji êvara xwedê ve
kêf û şahî ketiye nav komên neyara
wele şîn û girîn ketiye
nav odekê mezelî xaniman
hey la mîro roja me derketî ji vartoyê
lo bi derhema
lê şewq û şemalê daye qesr û qisûrê
bavê heydo siwarê şeref
dane misînan û gumguman
wele dibe ji êvara xwedê ve
kef û şahî ketiye nav komên neyara
belê şîn û girîn ketiye
nav odekê mezelî xanima
were ha were meçe romê lo rom xayîn e
ezê çi bikim bextê romê tunîne
çi bikim begê malê wê bixapîne mîro
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?