Karapetê Xaço - Endîwere Paytext e
wêneyê hunermendî:ê 127 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Xaço - Endîwere Paytext e

Endîwerê paytext e lê lê lê
Nofê xatûna ser text e
Fincana raqê bi dest e
Iznê bide bêm rex te
Te ne soz û ne bext e
Lê lê lê lê lê hey lê lê lê lê

Nofê çima tu paq î lê lê lê
Nofe çima tu paq î
Tu bi fistanê qaçax î
Her gav ji min re atax î lê lê lê

Min û aliyê golêyo lê lê lê
Te û aliyê golêyo
Qurban rehma Xwedêyo
Kengê Nofa min bêyo lê lê lê
Kengê Nofa min bêyo
Berxê sebra mala minê

Lê lê Nofê Nofayê lê lê lê
Lê lê Nofê Nofyayê
Kanî sozê te dayê lê lê lê
Kanî sozê te dayê
Berxê sebra mala minê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?