Karapetê Xaço - Filîtê Quto
wêneyê hunermendî:ê 154 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Xaço - Filîtê Quto

Hey lo hey lo hey lo hey lo hey

Heylo heylo heylo heylo şem rebenê...
şemê digo: Filîto lawo
li maltîka malê xwe yo
daniyê Kaniya Badereşê
lawo ser avêyo şemê rebenê
Dibê: Filîtê Quto gelo digere
dîsa li xirabiyê şemê rebenê
şemê digo: Filîto lawo
dilê minê wê dil dibêyo
ne min go: neçe pêşiya van terş û talanan
De terş û talişî gune ne
çavê jin û zarokê wana
li rê ne lo şemê rebenê

Heylo hey lo hey lo hey lo...

şemê digo: Filîto min go:
Lawo karwan hato ji Bilêderê
Mamê Elî Etmankî
bi sê denga dikir gazî
Li xulam û xizmetkara digo:
bavê kî no hûnê bara bi qelêbin
bikevine berê min ê rojekê
Dua dikir serê min û Filîtê Quto kurê şemê
Li parava Qîre dîsa li vê derê şemê rebenê
Li parava Qîre dîsa li vê derê şemê rebenê

şemê digo: Filîto lawo
min go ji Pozê Qîre
heta Delana Paşo çend neqeb e
dibê mertela bavê Hesen lawo gelo
sorî gulkî bi kokeve
Herçî şerî bavê Hesen tê de ye daîm
Qetil xwîn e bi xezeb e lê şemê rebenê
Qetil xwîn e bi xezeb e lê şemê rebenê

Filîtê Quto bi sê denga dikir gazî
li Mamê Elî Etmankî
Digo: lawo hêstira pêşîn
hêstira paşîn deyne baca rêyo
xulam û xizmetkara digot:
gelo gelî xulaman
hûnê hêstira pêşîn hêstira paşîn
bidine Filîtê Quto
Bila bibe qelenê diya xwe ye wî şemikê
Lê şemê rebenê

şemê digo: Filîto lawo
roja me derketî wî ji alê Torê
şewq û şemala xwe da pozê Seydim Qasim
Tapiya bir û mertela bavê Hesen gurkê donê
Ji xêra mala Xwedê ra gavê bavê Hesenî
Talek û pêşîr tenî
Bira tê biketa çend peyayê mala Hesen Korê
şemê rebenê.

şemê digo: Filîto lawo
karwan temam dibê wê karwanî ne
bira ji Mamê Elî Etmankî
pêştir karwan û bazirgana
li welat û şaristana negerîne
Îro derbekê dayê bejn û bala Filîtê Quto
Li bavê Hesenî Tal e û koka mêra ji
Mala wana ditepîne lê şemê rebenê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?